Advertisement

#niallferguson #empire of the Britain #modern world. Dinyaya modern bi destê Britanyayê çawa bû ava

#niallferguson #empire of the Britain #modern world. Dinyaya modern bi destê Britanyayê çawa bû ava Emperatorî:
Dinyaya Modern/Nûdem Bi Destê Brîtanyayê
Çawa hat ava kirin /modernîze kirin

Di despêka sedsala şazdehem de rêyên oqyanûsan bo bazirganiyê tê kifş kirin
Bi wan kifşan re hema hema her tişt diguhere
Mînak kartol tamates tûtin qehwe çay û hwd
Piştî kifşên nû tên li rojhilata navîn.
Di sala 1800'ê de li dinyayê nêzî milyarek mirov hebû. Bi saya xwarin û dermanan niha bûye heft û nîv milyar

Belê bi kifşan bi dehan milyon mirov koç,
Bindest û bende dibin
belkî ewqas kes jî 3-4 sed salê de tên kuştinê
Gelek ax û dewlet bindest dibin
Gelek pere û ked bo şeran pûç dibin
Gelek avahî û zevî wêran dibin
ango Gelek zilm û zorî diqewimin

Lê bi vî rengî zanîn zanîst huner felsefe dîn û nizam tişt belav dibin
Gelek gîya nebat mêwe derman
alavên teknîk/teknolojîk Çapxana
Rêxistinên fermî û civakî Çekên kujer
Ziman çand û hwd jî belav dibin

Ango dinya, di wê demê de sentez û melez dibe
Lê asta cîgirtin û giranbûn wekhevî nîne

Brîtanyayê di dawîya sedsala hivdehem de despêka emperatorîyê dike

Sed sal dûvre dibe dewleta yekemîn
Jixwe sedsala nozdehem çaxa zêrîn a Brîtanya û Fransa ye

Di Wê sedsalê de Ne Emerîka ne Efrîka ne çîn ne jî Osmanîyan li dijberî wan dikare bisekine

Brîtanya nêzî 300 sal dewletekê Mazin dibe
Ziman û çanda xwe gelek belav dike
lê çanda wê jî wek berê resen namîne

Rusya jî eynî çaxê de gelek mazin dibe
Dûvre hêdî hêdî Elmanya jî tevî wan dibe
Û du şerên Mazin derdixe

Pîştî du şeran êdî Elmanya Fransa
û Brîtanya paş ve diçin
Lê ABD û Rusya emperatorîya Mazin
bo xwe ava dikin

Binêrin kî çiqas melez û sentez bûye
Bêtir pêş ketine
Belê bi wêrekî kî dide pey
Rêbazên nû yên kifşan
Ew bêtir biserdikevin

Di dîrokê de kîjan dîn çand ziman an jî dewletekê Mazin û hêzdar ava û belav bûye
Helbet ew sentez û melez e
Jixwe hêza wê ji sentezê ve tê
Lê Carna avarteyekî biçûk jî dertê

Dibe ku di pêşberîya me de êdî avakirina rêveberîyên çandê, dewletên çandê hene
kîjan dewlet, dewletekê biçûk be
ew qet bi rastî azad nabe

Bo azadîya rasteqîn
erdekî fireh û berhemdar
Çandeke fireh û sentez
Zimanekî sentez û Mazin
Hûnereke xweş divê

Ne ji jor û
ne jî ji jêr ve
destekî pîroz
an jî veşartî nayê
Û şûna me
karê me çênake

Ango ya encamê

Yan em
Yan jî
dîsa em...

çawa

Post a Comment

0 Comments